Günay Nuh
09 Nîsan 2022•Rojanekirin: 11 Nîsan 2022
Li Erdexanê ji ber hewaya germ berf heliya û şilî barî û lehî rabû û Çemê Kurayê ji ser ra avêt.
Zeviyên di navbera Pireya Erdexanê û Taxa Xelîl Efendî da diman di nav avê da man. Av li hinek mêrgên deşta Erdexanê jî qelibî.
Ji welatiyan Gencay Yildiz destnîşan kir ku di rojên dawîn da baran zêde barî û berf heliya û ev jî bû sedema lehiyê.