Cüneyt Çelik,İdris Karaoğul,Günay Nuh,Hüseyin Demirci
20 Sibat 2026•Rojanekirin: 21 Sibat 2026
Berf û hewaya sar bandor li Qers û Erdexanê kir.
Berfa ku bi şev li Qersê barî, serê sibehê cihê xwe da hewaya sar.
Dîmenê xwezaya ku ji berfê sipî bû bi dronê hat kişandin.
Li navçeya Sariqamîşê li ser banên avahiyan qeşa çêbû. Li navçeyê ku camên otomobîlan bi qeşayê hatibûn nixumandin, rûyê çeman jî cemed girt.
Berfa ku li navçeya Akyakayê barî jî dîmenên xweşik derketin holê.
Hewaya sar û berfê bandor li Erdexananê jî kir.
Ji ber hewaya sar li navenda bajêr qeşa çêbû.
Cihên bilind yên bajêr bi berfê sipî bûn.