Ayşe Yıldız
19 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2022
Asiye Ateşa 4 salî ya li Gazîentabê di êrîşa 2 kûçikên pîtbull da bi giranî birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê du operasyon derbas kirin, dê heta çend rojan were tabûrcîkirin.
Tedawiya Asiyeyê ya ku li ser destê Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Akdenîzê Prof. Dr. Omer Ozkan û ekîba wî du emeliyet derbas kirin, didome.
Di odeya nexweşxaneyê da dê û bavê Asiyeya piçûk li cem min û moralê wê jî rind e. Hat diyarkirin, bixwe dikare xwarinê bixwe û emeliyetên wê jî serkeftî derbas bûn.
Prof. Dr. Omer Ozkan di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, tenduristiya Asiyeyê baş e, ew di servîsa da wê dişopînin.
- Hin operasyonên din jî dê bên kirin
Ozkan bal kişand ku emeliyetên ewil ên Asiyeyê temam bûn, ew ê ji bo demekê wê bişopînin û wiha got, "Me du emeliyet pêk anîn û em ê heta çend rojan tabûrcî bikin. Her wiha em ê pey ra hin operasyonên din jî bikin."
- Bûyer
Li taxa Beştepeya Şahînbeya navçeya Gazîentabê di 22yê çileya pêşîn a 2021ê da 2 kûçikên "pîtbull" êrîşî Asiye Ateşa 4 salî kiribûn û ew bi giranî birîndar kiribûn.
Piştî tedawiya ewil a li nexweşxaneya bajêr ew sewqî Antalyayê kiribûn.
Prof. Dr. Omer Ozkan û ekîba wî neqla wê ya rû û milên wê kiribûn û ew di 26ê çileya pêşîn a 2021ê da li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê emeliyata wê kiribûn.