Önder Beyter
16 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
CAKARTA
Alîkarê Midûrê Giştî û Gerînendeyê Weşana Giştî ya Ajansa Anadoluyê (AA) Metîn Mutanoglu digel Dîrektorê Giştî yê ajansa fermî ya nûçeyan a Endonezyayê Antarayê Meidyatama Suryodiningrat kom bû.
Metînoglu li Cakartaya paytextê Endonezyayê çû seredana Midûriyeta Giştî ya Antarayê.
Di hevdîtinê da mijarên wekî di navbera AA û Antarayê da hevkariya perwerdeya nûçegihaniyê û ya çapemeniyê hatin gotûbêjkirin û herwiha projeya servîsa nûçeyên endonezî ya AAyê ku li ber avakirinê ye, hat nasandin.
Mutanoglu di axaftina xwe da bal kişand ser pêşxistina peywendiyên Tirkiye-Endonezyayê û herwiha hevkariya herdu ajansan û wiha xeber da, "Ofîsa servîsa me ya nûçeyên endonezî wê li Cakartaya paytext be û herwiha pêşiyê emê bo du mehan weşana test bikin. Plana me herwisa ew e ku dûra em weşana rasteqîn dest pê bikin. Armanca me ji vê yekê ew e ku ji Tirkiye û dinyayê nûçe biherikin Endonezyayê. Dîsa em dixwazin ligel vê yekê peywendiyên herdu welatan jî bi pêş da bibin."
Herwiha got: "Bona qonaxa yekemin hedefa servîsa nûçeyan a endonezî rojane 50 nûçe ye. Helbet ev reqam wê di nava demê da bê zêdekirin."
Mutanoglu di çarçoveya ziyareta xwe da ligel Balyozê Tirkiyeyê yê li Endonezyayê Mehmet Kadrî Şander Gurbuz ra jî civiya.
Endamê Lijneya Rêvebirinê ya AAyê Bahadir Saraçgîl, Gerînendeyê Weşana Zimanên Dinyayê ya AAyê Mehmet Ozturk, Dîrektorê Operasyonên Navneteweyî yên AAyê Ural Yeşîl û Dîrektorê Herêma Asya Qefqasya Pasîfîkê ya AAyê Yilmaz Yaman jî di ziyaretê da hevaltiya Mutanoglu dikin.