Muhammed Onur Yavrutürk
03 Tebax 2026•Rojanekirin: 03 Tebax 2026
Li Wanê welatiyên ji germê aciz bûn, berê xwe dan qeraxên Gola Wanê.
Qeraxên Gola Wanê ya bi kevî û plajên xwe yên ala şîn va nirxeke giring a turîzma herêmê ye, bûn cihê pêgeha welatiyên ku ji hewaya germ tengezar bûn.
Ji xeynî welatiyan, turîstên Îranî jî eleqe nîşanî plajên gel ên li navçeya Tuşbayê dan.
Welatî Rojhat Kurt ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku germahiya li Wanê ne kêmî ya parêzgehên li başûr e.
Kurt destnîşan kir ku welatî ji bo hênik bibin dikevin golê û wiha dewam kir, "Av pir hênik, paqij û xweş e. Dawiya hefteyê li vê herêmê gelek kes kampê dikin. Her wiha 2 roj e em jî li vir dimînin. Tevî hevalan em êvara înê hatin û me cihê kampê amade kir. Em ê îro vegerin. Pir xweş bû. Bi şev me agir dada û em li ber rûniştin. Sohbet pir xweş bû."