Sagip Sezginer, Günay Nuh, Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci
06 Mijdar 2026•Rojanekirin: 07 Mijdar 2026
Barana gur a li Erziromê hat li cihên bilind şûna xwe ji mij û berfê ra hişt. Berfa ku zêde kir navenda bajêr spî kir.
Dîmenên mekanên dîrokî yên bi berfê nixûmin hatin kişandin.
Hin welatiyên ku derketin Navenda Kaşûnê ya Palandokenê di bin berfa zêde da wêne û dîmen kişandin.
- Erdexan
Li cihên bilind ên Erdexanê jî berf hat.
Li bajêr bi berfê cihên bilind spî bûn.
Berfê li rêya Erdexan-Şavşatê yê ku bajêr digihîne Behra Reş û rêya Damal-Posof-Turkgozuyê ya ku hatin û çûyîna Deriyê Gumrikê ya Turkgozuyê ji wir tê kirin bandora xwe zêde kir.
Ji ber berfê zozanên gundê Sulakyurtê û lewhayên trafîkê yên li kêleka rê bi berfê nixûmin.
Rayedaran xwest ku ajokar bila ji ber cemedê baldar û bi tevdîr bin.
- Qers
Li Qersê barana gur li navenda bajêr şûna xwe ji berfê ra hişt.
Li bajêr berfa ku seranserê rojê li cihên bilind hat li navenda bajêr jî bandora xwe nîşan da.
Kûçe û kolan spî bûn.
Ji niştecihên bajêr Omer Terîm got ku divê ajokarên ku lastîkên wan ên zivistanê tune dernekevin trafîkê.
Li navenda navçeya Sariqamîşê jî berfa ewil a demsalê hat.
Berfa ku êvarê bandora xwe zêde kir her der spî xemiland. Niştecihên navçeyê berfa li ser wesayîtên xwe û ber malên xwe avêtin. Zarokên ku bi berfê şa bên berfemêr çêkirin û bi berfê leyîstin.
Ji niştecihên herêmê Zekî Gok got ku li benda berfê bûn û got ku "Berfa me dest pê kir, şikir. Berf duh li çiyayan îro jî li navenda bajêr hat. Înşeallah em heyameke bi ber û bereket derbas bikin, bila ji bo Sariqamîşê bi xêr be."
Erkan seçîlîr jî got ku bila heyameke bi ber û bereket be û got ku "Îro li navenda bajêr berf hat. Înşeallah heke wiha dewam bike heta sibê her der dê di nav berfê da bimîne."