Burak Özmercan
17 Hezîran 2026•Rojanekirin: 17 Hezîran 2026
Li Besniya navçeya Adiyemanê xortê ku di Çemê Goksuyê da ro da çû û mir, hat definkirin.
Cinazeyê Îsa Ozkul (18) piştî nimêja ku li Mizgefta Besnî Mustafa Baba hat kirin, li goristana gundê Taşliyaziyê hat definkirin.
Ozkul di 12ê Hezîranê da li gundê Kizilînê, li taxa Pireya Kizilînê ji bo ku hênik bibe ketibû Çemê Goksuyê, lê di ro da çûbû. Cinazeyê Ozkul duh di Çemê Fêratê ya li Arabana navçeya Gazîentabê da hatibû dîtin.