09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2019
YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku li Sûriyeyê rojhilatê Çemê Feratê dagir kiriye li Cerablusê êrîşî sivîlan kir, kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn.
Piştî Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê ew e ku korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û li herêmê aştî û aramî bê pêkanîn YPG/PKK li Sûriyeyê sivîlan hedef digre.
YPG/PKKya rêxistina terorê li Cerablusê êrîşî kampa sivîlan kir.
Di êrîşê da kesek mir, 7 kes jî birîndar bûn
Cerablus di Tebaxa 2016an da ji hêla Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û şervanên muxalif ên Sûriyeyê va bi Operasyona Mertalê Feratê va ji DEAŞa rêxistina terorê hatibû paqijkirin.