Haydar Şahin
11 Hezîran 2020•Rojanekirin: 11 Hezîran 2020
Piştî ku George Floydê reşik bi tundiya polêsan hat kuştin li Seattleyê çalakî hatin lidarxistin, komekê avahiya şaredariyê dagir kir tabelaya "Herêma Otonom a Seattleyê" darda kir li ser vê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê bertek nîşan da.
Trump li ser Twitterê bertek nîşanî Jay Insleeyê Demokrat ê Waliyê Washîngtonê û Jenny Durkana Demokrat a Şaredara Seattleyê da û got, "Bajarê xwe paşda bistînin. Heke hûn nestînin ez ê bistînim. Ev lîstik nîne. Dibê ev anarşîstên xirab werin sekinandin. Bi lez tevbigerin."
Trump wiha pê da çû: "Seattleya bi destê Demokratên çepgir ên radîkal tê rêvebirin kete destê terorîstên navxweyî. Qanûn, nîzam!"
- Çalakiyên Floyd û nîqaşa "terora navxweyî"
Floydê 46 salî di 25ê gulanê da li Menneapolîsê dema dihat binçavkirin ji ber ku polêsekî 8 deqîqe 46 saniyeyan pêlî histûyê wî kiribû miribû, piştî dîmen hatin weşandin tundiya polêsan a li welêt carekê dîsa hatibû rojevê.
Çalakiyên bi daxwaza "reforma polêsan" û "nijadperestî xilas bibe" dest pê kiribûn li gelek bajaran belav bibû, Mihafizên Neteweyî li bajaran hatibûn wezîfedarkirin.
Trump jî îdia kiribû ku li pişt van bûyeran "komên radîkal û antîfa" hene û ji bo van koman gotibû "terorîstên navxweyî".