Ömer Koparan, Muhammed Karabacak
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara li Qesra Gel a li Şamê, bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra civiya.
Serokomarê Fransayê Macron ji bo ziyareta fermî hat Şamê, Şara bi merasima fermî pêşwaziya Macron kir.
Piştî merasima pêşwazîkirinê Şara û Macron rûbirû û bi heyetî hevdîtin kir.
Hatibû ragihandin, li kêleka otela ku Macron lê dimîne 2 teqînên cuda çêbûbûn, lê di wê kêliyê da Macron ji bo bi Şara ra hevdîtinê bike, li Qesra Gel bû.