Ömer Tuğrul Çam
30 Gulan 2023•Rojanekirin: 31 Gulan 2023
NATOyê daxuyand, ji bo Hêza Aştiyê (KFOR) ya li Kosovaya ku çend roj in rageşî lê zêde bûye, wê eskerên teqwiye bişîne.
Li gor daxuyaniya ku ji Fermandariya Hêzên Hevpeyman a Hevbeş a li Napoliyê ya NATOyê hat dayîn, ji ber ku di rojên dawîn da bûyer derketin û 30 eskerên KFORê di van bûyeran da birîndar bûn, loma biryara şandina eskerên zêde hat dayîn.
Di vê çarçoveyê da ji bo Balkanên Rojava, Hêzên Îhtiyatê yên Operasyonel ku amade ne û di nava 7 rojan da bi cih dibin, ketin dewrê.
Hêzên îhtiyatê qasî alayekî mezin e û li Îtalyayê ne. Di rewşên krîzê da yan jî heke tehdîd zêde bibin, bi fermana Fermandarê Hêza Hevbeş a NATOyê dikevin dewrê.
Digel vê, tabûreke ku ji eskerên firenetew pêk tê jî heke pêdivî pê hebe seba piştgiriya KFORê wê di 7 rojan da amadehiyên xwe bike.
Fermandarê Hêzên Hevpeyman a Hevbeş a li Napoliyê Amîral Stuard Munsch der barê mijarê sa daxuyanî da û ragihand, wekî tevdîra îhtiyatî seba temînkirina ewlehiya KFORê biryar hat dayîn ku ji Kosovayê ra zêdetir esker werin şandin.
Munsch got, "Pêdivê hemî alî dev ji çalakiyên ku tewşê li aşitiya hemî herêmên Kosovayê bidin, berdin."
Hat destnîşankirin ku NATO, Fermandariya Hevpeyman a Hevbeş a li Napoliyê rewşê ji nêzîk ve dişopîne, dê digel KFORê ji bo temîna hêzê û qabiliyeta pêwîst, kordînasyon bê domandin.
- Li Kosovayê 30 eskerên KFORê birîndar bûbûn
Li bajarokên Zveçan, Zubîn Potok û Leposavîça li bakurê Kosovayê ku Sirbî li wan pir in, 23yê nîsanê şaredarên Elbanî yên ku qezanc kiribûn dest bi wezîfeyê kiribûn, ev yek jî 26ê gulanê ji aliyên Sirbên Kosovayî hatibû protestokirin .
Di navbera Sirbên Kosovayî û polîsên ku ji bo parastina şaredarên Elbanî hatibûn şandin pevçûn derketibû. Ji ber vê yekê 29ê gulanê eskerên KFORê yên ku avahiya şaredariyê diparastin û Sirbên Kosovayî hatin dijberî hev û 30 eskerên KFORê birîndar bûbûn.