Haydar Şahin
20 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2022
Li Îranê xwepêşandanên piştî mirina Mehsa Emîniyê dest pê kirin û ev demek bû jî êvaran ji pencere û balkonan bi berzkirina durişmên dijî rêveberiyê dewam dikirin, cardin şiqitîn ser kuçe û kolanan.
Li gorî dîmenên medyaya civakî, li bajarê Reştê yê eyaleta Gîlanê komeke derket derva, kolan ji trafîqê ra girt, durişm berz kirin û meşiya.
Di dîmenên hat diyarkirin li bajarê Kerecê yê eyaleta Elbûrzê hatin kişandin da jî komeke mezin durişmên dijî rêveberiyê berz kirin û di kuçe û kolanan da meşiya.
Her wisa li paytext Tehranê jî xwepêşandêran li ser Kolana Cemalzade û semtê Tehranparsê xwepêşandan li dar xistin û xwestin girtiyên siyasî bên berdan.
- Xwepêşandanên li Îranê
Li paytext Tehranê di 13ê Îlonê da ji hêla dewriyeyên Îrşadê ku wekî "polêsê exlaqê" tên zanîn, Mehsa Emînî bi hinceta "rêgezên cilûbergan binpê kir" hatibû binçavkirin û paşê ketibû komayê. Li ser vê yekê Emîniyê rakiribûn nexweşxaneyê, lê Emînî di 16ê Îlonê da miribû. Mirina Emîniyê li welêt bûbû sedema înfialê.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwêcê ye, di rapora xwe ya di 29ê Mijdarê da diyar kiribû ku hejmara kesên di xwepêşandanan da hatin kuştin derket 469an.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Îranê jî di xwepêşandanan da zêdeyî 50 peywirdarên ewlekariyê hatin kuştin.
Ji fermandarên Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Tuxgeneral Emîr Alî Hacizade di axaftineke xwe ya 29ê Mijdarê da diyar kiribû ku di xwepêşandinan da heta niha hêzên asayîşê jî di nav da ji 300î zêdetir kes hatin kuştin. Konseya Ewlekariya Îranê jî di 3yê Berfanbarê da ragihandibû, hejmara giştî ya kuştiyan ji 200î derbas bû.
Peywirdarên Îranî îdia dikin, yên hatin kuştin ne bi destê hêzên ewlekariyê bi destê "provokatoran" hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Îranê, di xwepêşandanan da zêdeyî 60 peywirdarên ewlekariyê jî hatin kuştin.
- Ji xwepêşandêran 2 jê hatin dardakirin
Xwepêşandêr Muhsin Şîkarî di 8ê Berfanbarê da û Mecîdriza Rahnewerdî jî di 12ê Berfanbarê da cezayê wan ê idamê hat înfazkirin.