Ömer Koparan
23 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2025
Li navçeya Minbiçê ya ser Heleba Sûriyeyê êrîşên ku rêxistina terorê PKK/YPGyê birin ser sivîlan, hatin protestokirin.
Rêxistina terorê PKK/YPGya ku li Sûriyeyê navê HSDyê bi kar tîne, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên ser navenda bajarê Helebê êrîşî sivîlan kir û ev êrîş li herêmê rastî bertekan hat.
Gelek sivîlên ku li navenda bajarê Minbiçê civiyan, ji bo protestokirina êrîşên ku li Helebê dibin ser sivîlan, berê xwe dan meydana bajêr.
Xwepêşandêran di eleyhê rêxistina terorê PKK/YPGyê da duruşme berz kirin û piştgirî dan operasyonên hikûmeta Sûriyeyê.
Li navenda bajêr konvoya ku ji gelek wesayîtan pêk hat jî li tevahiya navçeyê tûr avêt, li qurneyê xist û bertek nîşan dan.