Dildar Baykan
03 Nîsan 2021•Rojanekirin: 05 Nîsan 2021
Hat ragihandin ku avahiya Kongreya Amerîkayê ji ber "tehdîdeke ji derva" ji ketin û derketinê ra hat girtin û tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Li Amerîkaya ku di 6ê rêbendana 2021î da raserî Kongreyê kiribûn dîsa alarm hat dayîn.
Polêsê Kongreyê ragihand ku ji ber "tehdîda ji derva" ketin û derketina hemû avahiyên Kongreyê hat girtin û tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Di daxuyaniya ji ser hesabê Twîtterê yê fermî yê Polêsên Kongreya Amerîkayê da hat ragihandin ku wesayîtek bi lez ket bariyerên li herêma derdikeve Kolana Independenceyê.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku wesayîtê li du polêsan xist û hat diyarkirin ku gumanbar jî birîndarî hat derdestkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku du polêsên birîndar bûn ûû gumanbar rakirin nexweşxaneyê.