Ahmet Aydın
30 Îlon 2018•Rojanekirin: 30 Îlon 2018
HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) pêvajoya dengdanê ya ji bo hilbijartina giştî bi dawî bû.
Pêvajoya dengdanê ya ku li gorî biryara Komîsyona Hilbijartina Bilind û Referandûmê, li bajarên weke Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê bi dema herêmî seat 08.00an dest pê kiribû, seat 18.00an qediya.
Li bingehan hijmartina dengan dest pê kir.
Hat ragihandin ku hilbijartina ku dengdêran li 5 hezar û 933 sindoqî ji bo wê deng da, beşdariya tê de kêm bû.
Ji bo 111 kurisyên Meclisa HKIyê bi giştî 29 partî û hevpeyman ketin pêşbirkê.
Li HKIya ku nifûsa wê nêzîkî 5 milyonan e, zêdetir 3 milyon dengdêrê qeydkirî hene.