Here naveroka bingehîn
logo
logo
  • ROJEV
  • JIYAN
  • DINYA
  • ÇAND Û HUNER
  • SPOR
Türkçe
English
BHSC
Pусский
Français
العربية
Kurdî
کوردی
Shqip
فارسی
македонски
Bahasa Indonesia
Español
Dinya

Li Endonezyayê tsunamî: 168 mirî, 745 birîndar

Di tsunamiya ku li Tengava Sundayê çêbû da hejmara miriyan derket 168an
İbrahim Atmaca
23 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2018
Li Endonezyayê tsunamî: 168 mirî, 745 birîndar
Jakarta Raya

CAKARTA

Hat ragihandin ku di tsunamiya ku li Tengava Sundayê ya Endonezyayê çêbû da hejmara miriyan derket 168an.

Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho diyar kir ku di tsunamiya ku li Tengava Sundayê ya dikeve navbera Sumatra û Grava Cavayê çêbû da hejmara miriyan derket 168an, hejmara birîndaran 745 e.

Nugroho diyar kir ku li herêmê 30 kes winda ne û got ku herî zêde meriv li herêma Pandeglangê mirin.

Nugroho destnîşan kir ku li herêma Banten û başûrê bajarê Lampungê ji ber tsunamiyê xesareke mezin çêbû.

Saziya Meteorolojî, Îqlim û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) jî hişyarî da gel ku nêzî qeraxên tengavê nebin.

Her wiha BMKGyê ragihand ku duh bi şev Çiyayê Agirîn ê Anak Krakatau (Zarokê Krakatau) teqiya û dibe ku piştî teqînê di bin avê da ax şiqitî be û ew jî bûbe sedema tsunamiyê.

Li herêmên ku tsunamiyê lê xist xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin û ji ber ku tsunamiyê li gelek qadên turîstîk da, dibe ku hejmara miriyan zêde be.

Ji ber ku teqîna Çiyayê Agirîn ê Anak Krakatauyê zêde bû di meha îlonê da li herêmê elerim hatibû dayîn.

28ê îlonê da li Kendava Paluyê ya Grava Sulawesiyê bi lerza 7,5an erdhej çêbûbû û piştî erdhejê tsunamî çêbûbû û tê da ji 2 hezarî zêdetir kes miribûn, nêzî 1500î kes winda bûbûn.

Endonezya li ser xeta erdhej û agirîn a "Çembera Agir a Pasîfîkê" ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.

related_topics:
tsunamihejmara miriyanEndonezya
news_share

news_share_descriptionsubscription_contact

subscription
logo

Reporting the Changing World

next-sosyalX/TwitterFacebookYouTubeInstagram

SAZÛMANÎ

  • dîrokçe
  • kûnye
  • pergala birêvebirina kalîteyê
  • prensîbên weşanê
  • polîtîkayên çapemeniya civakî
  • Polîtîkaya Veşartîbûn û Çerezan
  • Polîtîkaya Agahdarkirinê
  • RSS

PEYWENDÎ

  • Ragihandin
  • daxwazên abonetiyê

Anadolu Ajansı © 2026

Google PlayApp Store
Nûçeya berê
Nûçeya paşê
Nûçeya berê
Li Endonezyayê tsunamî: 62 mirî, 584 birîndar

Li Endonezyayê tsunamî: 62 mirî, 584 birîndar

Nûçeya paşê

Hejmara miriyan derket 222an

Hejmara miriyan derket 222an

NÛÇEYÊN DAWÎ

Xebatên hilweşandina Stadyuma Ataturkê ya Wanê dest pê kir

Di navbera Tirkiye û Sûriyeyê da Zebta Mitabaqatê ya Qada Fosfatê hat îmzekirin

Merzelê Arif Ahmet Denizolgun hat vekirin

Serokomar Erdogan bi Serokwezîra Japonyayê Takaichiyê ra bi telefonê axivî

Li Mûşê malbatan çalakiya xwe ya li pêşiya DEM Partiyê domand

Gora Arîf Ahmet Denîzolgun wê bê vekirin

Li Batmanê margîskekî avê yê deqzer yê ku hindik maye koka wan biqele hat dîtin

Hemûyê bibîne

NÛÇEYÊN TÊKILDAR

Erdheja Nepalê

Erdheja Nepalê

Hejmara miriyan derket 22yan

Hejmara miriyan derket 22yan

Dûvê balafira ku li Endonezyayê ketibû hat dîtin

Dûvê balafira ku li Endonezyayê ketibû hat dîtin

Lêgerîna balafira ku winda bû ji nû ve dest pê kir

Lêgerîna balafira ku winda bû ji nû ve dest pê kir

Salvegera tsûnamî û erdheja Okyanûsa Hindê

Salvegera tsûnamî û erdheja Okyanûsa Hindê

Di Hezaza li Endonezyayê de 79 kes mirin

Di Hezaza li Endonezyayê de 79 kes mirin

Li Yêmenê hejmara miriyan derket 32yan

Li Yêmenê hejmara miriyan derket 32yan

Li Endonezya û Kamerunê îro cejn e

Li Endonezya û Kamerunê îro cejn e

Li Licê hejmara miriyan derket 26an

Li Licê hejmara miriyan derket 26an

Li Xezeyê hejmara miriyan derket 226an

Li Xezeyê hejmara miriyan derket 226an