Haydar Şahin
15 Sibat 2020•Rojanekirin: 16 Sibat 2020
Li Surhruda navçeya Nangarhara wîlayeta Efxanistanê di êrîşa hêzên NATOyê da 8 sivîl hatin kuştin.
Ataullah Hogyaniyê berdevkê Waliyê Nangarharê diyar kir ku hêzên NATOyê li navçeya Surhrudê êrîş birin ser Talîbanê.
Hogyanî diyar kir ku di operasyonê da bi şarî sivîl xistin hedef û di êrîşê da 8 sivîl hatin kuştin.
Hogyanî got ji bo li ser êrîşê lêpirsînê bimeşîne heyet şandin herêmê.
Wekî mayîn Ecmel Omerê Wekîlê Şûreya Nangarharê jî îdia kir ku di êrîşê da ji 10î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Hê nehat eşkerekirin ku êrîş bi destê teyareyên kîjan welatî hat kirin, li Nangarharê baregeha eskerên Amerîkayê yên di NATOyê da wezifeyê dikin heye.