Bilal Güler
06 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2023
KABUL (AA) - Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê eşkere kir navenda erdheja ku bi saeta herêmî di saet 18.56an da çêbû navçeya Curnê ya wilayeta Badahşanê ya li bakurê rojhilatê welêt e.
Hat diyarkirin lerza erdheja ku 193 kîlomêtro di bin erdê da çêbû 5,9 e.
Erdhej di serî da li paytext Kabulê li gelek wilayetên Efxanistanê, Pakistan, Tacikistan û Hindistanê jî hat hîskirin.
Rayedarên Talîbanê hê der barê xisarê da tu daxuyanî nedan.