Türkan Tosun
17 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
PEKÎN
Li Hong Konga Çînê û eyaletên başûr ji ber bagera wek Mangkhut (Şancu) tê binavkirin 4 kes mirin û ji 200î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya rojnameya Global Timesê ya ku weşana fermî ya Partiya Komînîst a Çînê ye, bagera 22yemîn a vê salê Mangkhut bi hêza xwe ya xurt tesîr li ser Hong Kong, Makau, Guangdong û eyaletên din kir.
Li gor nûçeyê li Guangdongê 4 kes mirin, li Makauyê 18 kes û li Hong Kongê jî 213 kes birîndar bûn.
Li Guangdongê 2,5 milyon kes tahliyeyê cihên ewlehî kirin.
Ji ber bagerê gelek seferên balafir, trên, ferîbot û otobêsan hatin betalkirin.
Li gelek cihan ceyran çû, dar û kevirên kuçeyan ji cihên xwe leqiyan, banê avahiyan xirab bûn.
Li eyaletên Guangdong û Haynanê û herêma Hong Kongê dibistan hatin tetîlkirin û kargeh hatin girtin.