Barış Seçkin
13 Mijdar 2023•Rojanekirin: 15 Mijdar 2023
Ji çiyayê agirîn Etnayê ya li başûrê Îtalyayê ye cardin agir û xwelî derket.
Çiyayê Agirîn Etna yê ku li Girava Sîcîlyayê ye û 3 hezar û 326 mêtro bilind e duh êvarê dîsa agir û xwelî berda derva.
Katanyaya şaxa Enstîtûya Jeolojî û Volkanolojiyê ya Neteweyî ya Îtalyayê (INGV) daxuyand ku agir û xweliya ji başûrê rojhilatê Etnayê pekiya heta 4 hezar û 500 mêtro bilind bû.
Di çapemeniya Îtalyayê da hat gotin agir û xweliya ku pekiya derva ji kîlomêtroyan dûr va hat dîtin, ji ber talûkeyê ji bo balafiran hişyarî hat dayîn.
Ji ber agir û xweliya Etnayê wek Zafderanayê li cihên dora çiyê jî gelek wesayît û avahî di binê xweliyê da man.