Haydar Şahin
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 05 Gulan 2018
ÎDLIB
Hunermendê grafîtiyê yê ji Sûriyeyê bi wêneyên ku li ser dîwarên Îdliba bi êrîşên ji hewayê hat xirabkirin xêz dike va rêça şer jê dibe û dixwaze ku peyama "Berdêla daxwaza me ya azadiyê bû qetlîam" bide civaka navneteweyî.
Ezîz Esmerê 35 salî yê ku li Binîşa navçeya Îdlibê dijî ev salek e li ser dîwarê avahiyên ku rejima Esed bi êrîşên hewayî hilweşandin resmên qala şerê navxweyî dikin xêz dike.
Esmerê hunermend di resimên xwe da xêncî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê qala mijarên li alema Îslamê jî dike.
Di grafîtiyan da îfadeyên wekî "Hêvî". "Kampên xwe hildin, welatê me bidin", Ji Mescida Eqsayê ra azadî" balê dikişînin.
Esmer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Ji ber ku me azadiya daxwaza herî sereke xwest rejimê bi sîlahên herî giran va bersiv da me. Ez dixwazin bi grafîtiyên xwe va vê peyamê bigihînim civaka navneteweyî."
Esmerê hunermend got li ser dîwarên hilweşiyayî rêça bîranînên biêş û jan ên gel hene dixwaze ku van rêçan bi grafîtiyan jê bibe.
Esmer wiha axivî: "Resim nîşan didin ku rejima Esed xwendingeh, nexweşxane û hemû jiyan belabelayî kir. Ligel hemû tiştên me winda kir dozeke me ya ku xîmê wê edalet e heye."