Ethem Emre Özcan
30 Îlon 2026•Rojanekirin: 30 Îlon 2026
Di êrîşa bi droneyê ya ku artêşa Îsraîlê li dijî bajaroka Nebetiya Jorîn a li başûrê Libnanê li dar xist da 3 eskerên Libnanê birîndar bûn.
Li gorî nûçeya NNAya ajansa fermî ya Libnanê, droneyeke Îsraîlê eskerên li xala eskerî ya li bajaroka Nebetiya Jorîn kir armanc.
Hat ragihandin ku di êrîşê da 3 eskerên Libnanê birîndar bûne.
Artêşa Libnanê derbarê êrîşê da hê ti daxuyanî nedaye.