Rıdvan Korkulutaş,Yusuf Eyyüp Sarı
16 Hezîran 2022•Rojanekirin: 22 Hezîran 2022
Li Bîngolê xwendekarên Lîseya Keçan a Anadoluyê ya Mewlana di merasima li bexçeyê dibistanê hat kirin da li ber def, derbik û daholê qala Çîrokên Zazakî yên dîrokî kirin.
Zazakiya ji zaraveyên zimanê Kurdî ku di rapora UNESCOyê sala 2009an da ji "Zimanên Zindî" yên li ber windabûnê hat qebûlkirin û piştî vê eleqeya li serê jî zêde bû.
Li Bîngolê ji bo ku Zazakî winda nebe ji xwendekarên Lîseya Keçan a Anadoluyê ya Mewlana Gulcan Taş, Fatma Salbaş, Melîke Yondeş, Zeynep Çaglayan, Ayşe Ozdemir û Huda Demir bi pêşengiya mamosteya xwe ya wêjeyê Songul Arikiz va ji bo Fuara Zanistê ya TUBÎTAK 4006î projeyeke bi mijara "Çîrokên Zazakî" amade kirin.
16.06.2022
Xwendekarên lîseyê yên li Bîngolê ku projeya "Çîrokên Zazakî" amade kirine ji welatiyan ra li ber def, derbik û daholê qala wan çîrokan dikin.
Bi piştevaniya Murat Varolê ku li Zanîngeha Bîngolê hîndekar e û ser Zazakî lêkolînan dike xwendekaran xwe gihand belgeyên dîrokî yên Çîrokên Zazakî. Xwendekaran çîroka bi navê "Mesele Pepûk/Keko" ya ku li herêmê baş tê zanîn bijartin, cil û bergên gorî çîrokê li xwe kirin û bi enstrumanan va behsa çîrokê dikin.
Xwendekarên qala çîrokê dikin dîmenên wê kêliyê jî bi têlefonê kişandin û ji ser medyay civakî weşandin.
Ji ser medyaya civakî gelek hat ecibandin û hat xwestin ku bila civatek rûnê û heman tişt bo wan jî bê kirin.
- Ji biçûkan heta mezinan gelek kes hatin civatê
Li ser daxwazên ji ser medyaya civakî hatin kirin xwendekarên Lîseya Keçan a Anadoluyê ya Mewlana li baxçeyê dibistanê Şewo Meselo (Şeva Çîrokê) organîzek kirin.

Xwendekarên lîseyê bi piştgiriya mamosteya xwe Songul Arikiz û belgeyên Zanîngeha Bîngolê teslîmî wan kir û çîrokên ji mezinên xwe guhdar kirin va hejmara çîrokên Zazakî yên li ber destê xwe zêde kirin.
Keçikên cil û bergên herêmî li xwe kiribûn li baxçeyê dibistanê ji bo civatê li def, derbik û daholê xistin û mamosteyê muzîkê jî bi neyê piştgirî da wan û xwendekaran ji guhdaran ra çîrokên Zazakî gotin.

Li Bîngolê di nav heftê da rojekê 2 caran ev civat tê kirin û wisa tê payîn ku di heyama perwerdehiyê ya sala bê da jî ev xebat dewam bike.
- "Em naxwazin zimanê me winda bibe"
Ji xwendekaran Gulcan Taşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku Zazakî kêm tê bikaranîn û got ku ew dixwazin bila ev ziman li ser rûyê dinyayê winda nebe û wiha pê da çû: "Em naxwazin zimanê me ji holê rabe. Em dixwazin bila zarokên me jî bi vî zimanî xeberdin. Ji bo vê jî em ê bi Zazakî qala çîrokan bikin."
Melîke Yondeşê jî destnîşan kir ku ew dixwazin bila Zazakî zêdetir di jiyana rojane da cî bigire.

Mamosteya wêjeyê Songul Arikizê ragihand ku wan ewilî wek proje ev yek amade kir lê ji ber zû belavbûnê ew proje bi nav û deng bû û ev civat derket holê.
Murat Varolê hîndekarê Zanîngeha Bîngolê jî got ku çîrokên Zazakî yên berê di çarçoveya projeyê da hatine berhevkirin û wiha pê da çû: "Zazakî li ber windabûnê ye. Ji nîşaneyên herî mezin ên vê yekê zarokên bi Zazakî xeber nadin tê nîşandan lê wekî tê dîtin di civatê da zarokên me awayek zelal bi Zazakî diaxivin. Çîrokên me ji ber kirine û di rastiyê da ev ji bo me hêviyeke mezin e. Ji bo Zazakî winda nebe û bigihêje nifşên nû hêviya me zêdetir dibe."