Elif Orhan
18 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2019
Derhêner Tunç Başaran li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Medeniyet Goztepe Îstanbulê ku demek bû ji ber pençeşêrê lê dihat dermankirin wefat kir.
Derhênerê navdar bi fîlma "Bila li Bafirokê Nexin" (Uçurtmayi Vurmasinlar) li nav welêt û dervayî welêt xelat wegirtibûn, bi heman fîlmê di sala 1989an da di kategoriya "Fîlmê Biyanî yê Herî Baş" da bibû bernamzedê Oscarê.
- Tunç Başaran
Derhênerê ku birayê Merîç Başaranê lîstikvanê şanoyê ye di 1ê cotmeha 1938an da li Stanbolê hat dinyayê.
Dema li Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê dixwend derhêner, senarîst, lîstikvan, çêkerê navdar Memduh Un nas kir û berê xwe da sînemayê. Başaran asîstaniya Memduh Un kir û asîstaniya Ertem Goreç, Omer Lutfî Akad, Atif Yilmaz û Halît Refîg jî kir.
Başaran cara ewil di sala 1964an da bi fîlma "Şerê Jiyanê" derhênerî kir û di salên 1980yî daşirketa Magnum Fîlm ava kir. Derhêner bi stranbêjr Fûsun Onal ra zewicî û demekî ji bo qenalên televîzyonê fîlmên reklamê kişand.
Başaran piştî çend sal navberê bi fîlma "Yek û Yên Din" (Bîrî ve Dîgerlerî) vegeriya sînemayê û bi vê fîlmê di Festîvala Fîlman a Antalyayê ya 1987an da Xelata Taybet a Juriyê, di sala 1988an da di Festîvala Fîlman a Stenbolê da xelata Fîlma Tirkan a Herî Baş qezenc kir.
Herwiha fîlmên Başaran ên bi navê "Rêyeke Dirêj û Zirav (Înce Uzun Bîr Yol)", "Tu jî Neçe (Sen de Gîtme)", "Dîplomaya Qaçaxçitiyê (Kaçakçilik Dîplomasi)", "Pîano Pîano Bêling (Pîano Pîano Bacaksiz)" û "Abuzer Kadayif" jî gelekî navdar in.