Muhammet Mutaf
03 Sibat 2023•Rojanekirin: 04 Sibat 2023
Li Erziroma ku hişkayiyê îsal tesîra xwe zêde nîşan da heyama turîzmê dereng dest pê kir lê bi barîna berfê dilê esnafên li navenda kaşûnê ya Palandokenê xweş bû.
Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ji ber nebarîna berfê heyama kaşûnê di 15ê Berfanbarê da bi berfa par veşartibûn û pergala sûnî va dest pê kiribû û kesên hatin navendê bi kaşûn, snowboard, xizang, dîwarê cemedê, snow park, hêlekana mezin, zîplîne, kevkaniya mirovan û kaşûna şevê kirin.

Palandoken a ku ji navenda bajêr 4 û ji balafirgehê jî 20 kîlometre dûr e gelek mêvanan di mehên zivistanê da diezimîne lewra ji bo turîzma zivistanê ji navenda kaşûnê bigir heta otêl, binesazî, parkurên kaşûnê û gelek derfetên din li ser xwe dihewîne.
Esnafên li Palandokenê jî piştî hişkayiya ku îsal tesîra xwe zêdetir da hîskirin bi barîna berfê kêf kirin û dest bi karê xwe kirin.
Serokê Herêma Bakurê Rojhilatê Anadoluyê yê Yekîtiya Acenteyên Gerê yên Tirkiyeyê (TURSAB) Nuh Şenol daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê devera ewilî heyama kaşûnê lê dest pê dike û herî dawîn diqede Palandoken e û wiha pê da çû: "Ji nav û dervayî welêt mêvan tên. Bi barîna berfa ji duh va dest pê kiriye em zêdetir şa bûn. Esnafên li vê derê jî gelekî kêf kirin ku berf barî."
Omer Akçayê li Palandokenê midûrê otêlekê ye jî got ku li navendê ev meh û nîvek e pîst vekirîbûn lê bi barîna berfa esil va ew zêdetir şa bûn û ji niha û pê va mêvan û kar û barê wan wê zêdetir bibe.